Break newsNûçeslide

li Helebê 46 endamên ”Lîwaa Elqudis” hatin kuştin

Yekîtî Media 9/5/2016

Lîwaa Elqudis yê bi ser rêjîma Sûrî ve ragihand ku, di encama şer û pevçûnên li dijî hêzên rikberiyê li Helebê 46 endamên wan hatin kuştin, heman lîwayî tekez kir ku endamên wan  li taxa Cemîliyê di teqînekê de hatin armanckirin.

ajansa Xitwa ji aliyê xwe ve diyar kir ku hêzên Fecir Elxîlafa El-Îslamiya di riya tonêleke binxak de, pêgehên Lîwaa Elqudis teqandin.

Lîwaa Elqudis yek ji milîsên ku di bin beyreqa rêjîma Sûrî de Şer dike, û ji hêla endezyarê Filestînî Mihemed Seîd tê bi rêvebirin.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button