Nûçe

10 sal bi ser revandina çalakvanê Kurd Emîr Hamêd re derbas bûn

Duh, pêncşemê, dehemîn salvegera revandina çalakvanê Kurd Amir Hemed ji aliyê çekdarên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve bû.

Emîr Hamêd, çalakvanê Kurd ji bajarê Dirbêsiyê yê Kurdistana Sûriyê, û endamê Rêxistina Sûz a Ciwanên Kurd, ji aliyê girûpeke ewlehiyê ya ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat ve di 11ê Çileya 2014ê de hat revandin.

Navê Amir Hemîd di lîsteya ku Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê radestî rêveberiya PYDê kir, ji bo eşkerekirina çarenivîsa wan û azadkirina wan, wek mercek ji bo nêzîkbûn û yekkirina gotara kurdî de cih girtiye.

Daxuyaniya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di van salên dawî de berpirsiyariya PYDê di derbarê naskirina kesên revandî yên ku Encumena Niştimanî ya Kurdî daxwaza azadkirina wan dike red kir û îdia kir ku revandina wan beriya avakirina vê rêveberiyê pêk hatiye, ji bilî du kesên ji lîsteyê. Bi navê çalakvan Emîr Hamêd û Fûad Ibrahîm, PYD ji bo eşkerekirina çarenivîsa wan berpirsyar dît.

Hêjayî gotinê ye ku Emîr Hamêd di 11ê Çileya 2014an de ji aliyê girûpeke rûnixûmî/ rûveşartî û çekdar ve bi piştgiriya otombîleke girtî û ligel girûpeke din ku ligel wan bûn, ya girêdayî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hatibû girtin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button