
Break newsNûçeslide
Tirkiyê û Rûsya û Îran derbarê Helebê dicivin
Yekîtî Media 20/12/2016
Wezareta Derve ya Tirkiyê radigihîne, Rûsya, Îran û Tirkiyê îro danûstandinan derbarê Helebê de dikin.
Berpirsekî ji Wezareta Derve ya Tirkiyê ji rojnamevanan re ragihand, Rûsya, Îran û Tirkiyê îro danûstandinan derbarê Helebê de dikin, da ku bigihin çareseriyekê li Helebê.
Herwiha got: “Armanca hevdîtinê ew e, ku nêrîn û helwesta her sê welatan bên têgihêştin, ku em li kû ne û em berve kû ve diçin. Ne tiştekî ne bêçare ye, em dikarin guhdariya hev bikin.”