Break newsNûçeslide
Serokê Rêjîma Sûrî bi rengekî nehênî serdana Rûsiyayê kir
Yekîtî Media 30/7/2016
Rojnameya AL-Cimhuriya ya Libnanî anî ziman ku serokê rêjîma Sûrî Beşar Esed bi rengekî nehênî di meha borî de serdana Rûsiyayê kir, ew serdan bi mebesta pêşxistina çareseriya siyasî li Sûriyê ya hat kirin, ku Waşinton û Mosko piştgiriya wê dikin.
Heman jêderî tekezkir ku Potin li gel Esed civiya, û hemû xalên pilana tebaxê guftûgokirin, ta bi qonaxa piştî çareserkirina kirîza Sûrî, û herweha doseya serrastkirinaIsraîlî – Sûrî hat axaftin.