Serok Barzanî: 25ê Îlonê bikin cejna serxwebûna Kurdistanê
Yekîtî Media 2/9/2017
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û ji gelê Kurdistanê re got: “Roja 25 Îlonê hemû bi dengê Erê ji serxwebûna Kurdistanê re, bikin cejneke niştimanî mezin û di salên bê de wê rojê weke cejna serxwebûnê bibîr bînin.”
Deqa peyama pîrozbahiya cejnê ya Serok Barzanî:
“Bi boneya hatina Cejna Qurbanê ez pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê û hemû musilmanên cîhanê dikim.
Pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan dikim, ku bi xwîna ezîzên wan azadî û rûmeta welatê me hatiye parastin.
Pîrozbahiyê li hemû pêşmergeyên qehreman dikim ku li çeperên bergiriyê de ne ji bo parastina rûmeta gel û axa welat û herwiha ez destxweşiyê li hêzên asayişê û polîsan dikim ku bi bêmandûbûn bi erkê parastina aramî û asayişa xelkê bi başî radibin.
Ez hêvîdar im roja 25 Îlonê hemû xelkê Kurdistanê bi dengê Erê ji serxwebûna Kurdistanê re, wê rojê bikin cejneke niştimanî mezin û di salên bê de wê rojê weke cejna serxwebûnê bibîr bînin.
Cejna we pîroz be û hêviya şadî û bexteweriyê ji we re dixwazim
Mesûd Barzanî