Break newsNûçeslide
Serkirdeyê PKKê Duran Kalkan li dijî referandoma serxwebûnê ye
Yekîtî Media 22/8/2017
Endamekî rêveberiya PKKê li dijî referandoma serxwebûna Kurdistanê derdikeve û dibêje, rayedarên Başûrê Kurdistanê referandom wek karteka fişarê bikar tînin.
Endamê rêveberiya PKKê Duran Kalkan, ku kesekî tirk e, ji televîzyona PKKê re gotiye, referandoma Başûrê Kurdistanê ne ji bona serxwebûnê ye bo wê ye ku fişarê bixin ser derdora xwe.
Duran Kalkan herwiha gotiye, armanceka din ya referandomê jî pûçkirina xebata PKKê ye!
Wî rayedarê PKKê diyar kiriye ku nabe referandom were kirin û gotiye, kê rê daye wan referandomê bikin!