Şerê heyî, ne şerê Îsraîl-Hamasê ye
Yahûdî li dinyayê koçber û belav bibûn. Lê her dem armanca wan a dewlet avakirinê hebû. Loma jî li derveyî axa xwe ji bona dewleta xwe ava bikin, xebatên gelek çalak û bi plan meşandin. Yahûdiyan, di encamê de di 14ê Gulana 1948an de, di bin pêşengiya Davîd–Ben Gurion de li Tel-Avîvê “Konseya Neteweyî ya Yahûdiyan” hat civandin, di konseyê de avakirina Ddwleta Îsraîlê hat îlan kirin.
Piştî ku 6 mîlyon Yahûdı li Elmanyayê ji aliyê Hîtlerê Faşîst ve hatibûn qirkirin avabûna Dewleta Israîlê serkefetineke mezin bû. Di avakirina Dewleta îsraîlê de sempatiya piştî ku qirkirina Yahûdiyan li dinyayê çêbibû, xwediyê roleke mezin e.
Li cem vê yekê jî, li dinyayê li Emerîka û li Ewrûpayê li hemû dewletan Yahûdı xwediyê sermayeke mezin bûn. Li ser çapemeniya dinyayê bandoreke wan ya mezin hebû. Li dinyayê gelek şirket û holdîng di bin bandora Yahûdiyan de bûn. Yahûdî xwediyê elîtîkeke hunermend û teknîkî bûn. Bi taybetî ji piştî ku Dewleta îsraîlê ava bû, ev elîta Yahûdiyan ji bona ku sinayî ya leşkerî pêş bikeve xebateke mezin meşand. îsraîl bi her awayî bû dewleteke xûrt.
Piştî ku di “Konseya Neteweyî ya Yahûdiyan” de Dewleta îsraîlê îlan bû, Dewleta Tirk, Emerîka, Engilîstanê û piraniya dewletên Ewrûpayê Dewleta îsraîlê re “erê” gotin. Dewleta îsraîlê bû endama “Neteweyên Yekgirtî”. Li dinyayê li welatên Yahûdî lê dijiyann, vegeriyan Dewleta Îsraîlê. Ew Yahûdiyên venegeriyan jî, bi her awayî, ji bona ku Dewleta îÎraîlê li ser piya bisekine û xurt bibe, alîkarî kirin.
Lê piştî ku Dewleta Îsraîlê ava bû, di serî de Fîlîstîniyan û hemû welatên ereban Dewleta Îsraîlê rewa qebûl nekir. Ji bona ku Yahûdî û Dewleta îsraîlê ji holê rakin, kirin armanc. Şerê di navbera Dewletên Ereban Dewleta Îsraîlê de (1967 û 1973) encama ev êfkara û hişmendiya ereban ya nîjadperest û înkarî derket holê, Dewleta Îsraîlê zora Dewletên ereban birin. Vê yekê jî, derxsit holê ku Dewletên Ereban nikarin Dewleta Îsraîlê ji holê rakin.
Lê di nav pêvajoyê de bi taybetî jî piştî Peymana Camp Dawîd ku Misirê, Dewleta Îsraîlê rewa qebûl kir û Enver Sedat bi îsraîlê rv danûstandin kir, Dewletên din yên ereben jî, ji bona ku bi Îsraîlê ve danûstandin bikin, pêvajoyekê dest pê kir. Lê di navbera Ereban û Dewleta Îsraîlê de heta van salên dawî pêwendiyeke xurt û xwezayî pêk nehat. Di van salên dawî de bi Dewletên Ereban re danûstandin ji bona normalîze bibe gav hatin avêtin. Dewletên Ereban ji hişmendiya ku Dewleta Îsraîlê ji holê rake û Yahûdiyan ji Rojhelatê dûr bixin, dev berdan.
Dewleta Îranê heta 1979an ku Komara îslamî û Teokratîk û faşîst li îranê avabû, li hemberî Dewleta Îsraîlê siyaseta Emerîka û Neteweyên Yekgirtî û piraniya dinyayê dimeşand.
Dewleta Îranê piştî salên 1979an ji bona ku Dewleta Îsraîlê ji holê rabe xebat kir. Armanca Komara îslamî ya îranê ev bû ku împeratoriya îslamî ava bike. Dewleta îsraîlê li Rojhelatê Navîn şik tune ye ku asteng bû li hemberî siyaset û armanca Dewleta Îranê.
Fîlîstîniyan heta van salên dawî Dewleta îsraîlê nas nedikirin. Ji bona ku Dewleta îsraîlê ji holê rakin û Yahûdiyan ji Rojhelatê Navîn dûr bixin, şer meşandin. Di emncamê de mecbûr bûn ku Dewleta îsraîlê nas bikin. Ev pêvajoya bi destê El-Fetîh û FKÖyê dest pêkir. Lê rêxistinên radîqal yên ereban Dewleta Îsraîlê nas nekirin. Lê mecbûr bûn ku dengên xwe bibirin û an jî bi dengekî bilind ev armanca xwe neanîn ser zimên.
Hamas di vê mijarê de xwediyê serpêhatiyeke cûda ye. Hamas piştî salên 1990î ava bû. Fîlîstiyan jî îdia dikir ku Hamas bi destê Dewleta Îsraîlê ava bûye. Lewra Hamasê li hemberî rêxistinên Fîlîstiyan şer kirin. Bi her awayî wek rêxistineke terorîst tevgeriya.
Loma mirov dikare bibêje ku Hamas xwediyê dîrokeke tarî ye. Demekî dirêj e ku di bın desthilatdarî û bandora Dewleta Îranê de ye. Bi giştî tê qebûl kirin ku ev çalakiya terorîstî ya Hamasê li hemberî Dewleta Îsraîlê bi piştgiriya Dewleta Îranê pêk hat.. Dema ji bona vê çalakiyê biryar hatiye dayin jî, dihat zanîn ku serkeftina wan mimkûn nine. Lê îranê dixwest ku Cepheyeke îslamî li hemberî Dewleta Îsraîlê ava bibe.
Qewimandin jî diyar dikin ku Îran di vê siyasetê de serkeftî bû. Ew Dewletên ji bona Hamasê digotin terorîst, ji ev helwesta xwe dev berdane. Dibêjin ku “Hamas rêxistinekî terorîs nîne.” Dîsa Dewletên Ereban Hamas wek temsîlkarên Filîstiyan nas nedikirin, an jî temsîlkarê beşekî biçûk qebûl dikirin, nûha Hamasê bi tevayî wek temsîlkarên Filîstiyan dipejirînin.
Loma şerê dom dike, bes Şerê Dewleta Îsraîlê-Hamasê nîne. Wûsa xûya dike bi çekdarî nebe jî, şer bûye Şerê Misilman û Dewleta Îsraîlê û Emerîka û Dewletên Rojava.. Dema ku helwesta Dewletên Misilman mirov şirove dike, gelek aşkere dibîne ku hemû misilman derfeta wan hebe dê li hemberî Dewleta Îsraîlê şer bikin. Lê wê hêzê li hemberî Emerîka û hevpeymanên wê û Dewleta Îsraîlê ji bona xwe nabînin.
Şer di destpêkê de bi şerê wekaletê ya Dewleta Îranê dest pê kir.
Gor xwendina min hemû dewletên miisilman hatine wê qenaetê ku divê Dewlet İsraîlê ji holê rabe. Yahûdi jî sirgûn bibin. Ev hişmendiyeke xeter, nîjadperest e. Hişmendiyeke qirkirinê ye.
Ev xeteriyeke mezin e. Êrîşa Hamasê li hemberî Dewleta îsraîlê ne rewa ye û karekî terorîstiyê. Dewleta îsraîlê xwediyê maf e ku xwe biparêzê. Lê divê Dewleta Îsraîlê hiqûqa navneteweyî ya şer re rêzgirtî be. Mafê Dewleta îsraîlê tune ye ku komkûjî bike.
Îbrahîm Guçlu
Diyarbekîr, 14. 10. 2023