Break newsNûçeslide
Roja pêncşemê agirbestek li ser dûmahiya 8 demjimêran li Helebê dest pê dike
Yekîtî Media 18/10/2016
Ceniral sêrgî rodskoy serok erkanê giştî yê rûsiya di kongireke rojnemavanî de ragihand ku roja pêncşemê wê agirbestek li ser dûmahiya 8 demjimêran li bajarê helebê cîbecî bibe.
Rodskoy diyar kir ku di wê demê de wê hêzên rêjîma sûrî û yên rûsî êrîşên xwe li sere bajarê helebê rawestîne.
Rûsiya eşkere kir ku ew agirbest hate ragihandin ji bo sivîl û birîndar ji bajarê helebê derkevin, herwiha çekdarên rikberiyê ji bajêr vekişin.