Rikberiya Sûrî û Rêjîm li taxa Elwe’ir li bajarê Himsê dighêjin rêkeftinekê
Yekîtî Media 1/9/2016
Rikberiya sûrî û rêjîm li taxa elweir li bajarê Himsê dighêjin rêkeftinekê.
Ew rêkeftin li ser mercê ku rêjîm ji wê deverê vekişe beranberî ku rikberî rêkeftina 2015 ya bi sponseriya netewên yekbûyî hatibû imzekirin pêk werîne.
Naveroka rêkeftina 2015 li ser 5 qonaxan pêk tê ku destpêkê, rê ji 300 çekdarî re vebe ku ji taxê derkevin beranberî ku rêjîm alîkariyên mirovî derbasî wê deverê bike , rêjîm 200 kesên girtî ji zindanê xwe berde beranberî 500 çekdarê rikberiyê bi malbatên xwe re ji taxê derkevin ,rêjîm çarenivîsa kesên binçavkirî eşkere bike beranberî 300 çekdar ji taxê derkeve , rikberî baregeh û destgehên xwe li taxê radestî rêjîmê bike beranberî çekdarên rikberiyê derkevin , herwiha qonaxa dawî tax bi giştî radestî rêjîma sûrî bibe.