
Break newsNûçeslide
Rikberiya Sûrî pêşinyarek ji bo agirbestê li tevaya Sûriyê di meha Rojiyê de pêşkêşkir
Yekîtî Media 2/6/2016
Besma Qedemanî endama şanda danûstendinan di rikberiya Sûriyê de ragihand ,ku wan pêşinyarek ji bo agirbestê li tevaya Sûriyayê di meha Rojiyê de ji Ban Kîmon re şandiye.
Qedemanî diyar kir ku hêzên çekdar yên rikberiyê piştgiriya wê pêşinyarê dikin û eger rêjîma Esed pabendiyê pê bike wê ew hêzana bi wê agirbestê pabend bin.
ji aliyê xwe berdevka şanderê navdewletî yê taybet ji bo Sûriyê Stîvan Dîmistora dibêje ,ku ew pêşinyar ji bo girûpa alîkariya navdewletî bi serperiştiya Amerîka û rûsiyayê hate pêşkêş kirin.