Break newsNûçeslide
Rikberiya Sûrî: balafirên Rûsî kampek penaberên Sûrî li nêzî sînorê Urdinê armanc kirin
Yekîtî Media 13/7/2016
Rikberiya Sûrî ragihand ku balafirên Rûsî kampek penaberên Sûrî li nêzî sînorê Urdin armanc kirin û di encamê de Bêtirî 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar ketin.
Rikberiyê diyarkir ku piraniya xelkên wê kampê jin û zarok in û ew kamp li aliyê Sûrî û nêzî sînorê Urdinê hatibû avakirin ji bo kesên Sûrî yên ku li ser sînorê Urdinê asê mabûn.