Break newsNûçeslide
Rêjîma Sûrî û Hizbullaha Libnanî Erebên Hesekê teşyî’î dikin
Yekîtî Media 9/6/2016
bi alîkariya Hizibullaha Libnanî Rêjîma Sûrî hewildide ku welatiyên Ereb yên bajarê Hesekê bi mezheba şî”î ve girê bide.
Welatiyê bi nave X.A ji nûçegihanê Yekîtî Media re ragihand, ku rêjîm û hizbullah malbatên ereb ji Hesekê vedughêzin devera Biqaa ya Libnanî bi behaneya ku li wê deverê kar bikin û li wir wan fêrî mezheba şî’î dikin.
Heman jêderî diyar kir, ku herdû alî wê di demek nêzîk de 50 malbatên Ereb ji Hesekê veguhêzin deşta Biqaa ya Libnanî bi armanca teşyî’î kirina wan, û di paşê re wê wan malbatan vegerînin bajarê Hesekê da ku bingeheke xurt ji xwe re li wir ava bikin.