Break newsNûçeslide
PYD berdewam e di leşkerkirina zarokan de
Yekîtî Media 20/4/2016
Malbata ciwanê kurd Alan Deqorî li ser torên civakî belav kirin, ku ji demekê ve Alan windayî ye ,piştî lêkolînên malbatê di şopa kurê xwe de, diyar bû ku ew li pêgehên perwerdeya yekîneyên parastina gel YPG ye .
malbata Alan serdana pêgehê kirin da ku kurê xwe bibînin, lê berpirsên wê deverê rê nedan wan, û ji wan re gotin ku Alan bi razîbûna xwe tevlî perwerdeya leşkerî bûye.
Alan ji xelkên bajarê Amûdê ye, û temenê wî 16 sale, ango hîn zarok e, û negihiştî ye temenê leşkeriyê, lê berpirsên PYD hîn berdewam in di binpêkirina hevpeymaniyên navdewletî de, û belgeyên mafên mirovan.