Break newsNûçeslide
Pilanek Amerîkî Rûsî bo dûrxistina Esed ji desthilatê
Yekîtî Media 7/5/2016
Malpera Tapnak ya nêzî pasevanên şoreşger yên Îranê ragihand, ku pilanek di navbera Amerîke û Rûsiya yê de heye, ku Beşar El-Esed ji desthilatê were dûrxistin.
li gor wê malperê Sêrgî Lavrof wezîrê derve yê Rûsiya hewldide li gel Amerîka bighêjin rêkeftinekê ji bo kirîza Sûrî were bi dawî kirin, berî ku dema serokatiya Barak Obama bi dawî bibe , çavdêrên rewşa Îranê dibêjin ku rêkeftina Amerîka û Rûsiya yê derbarê çarenûsa Beşar El-Esed cihê metirsiyê ye li cem serkirdeyên Îranê.