Nûçe

Oso: Berdewamiya girtina endamên Encûmena Kurdî ji aliyê PYDê ve aloziyê zêde dike û rewşa ewlehiyê tevlihev dike

Silêman Oso, serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, got: Berdewamiya girtina girtiyên Encûmena Kurdî ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) karekî şermezarkir ye, û amaje bi wê yekê jî kir ku ew aloziyê zêde dike û rewşa ewlehî û siyasî li herêmê tevlihev dike.

Oso di peyamekê de li ser hesaba xwe ya Facebookê got: Malbata yek ji wan girtiyan piştrast kir ku azadiya hevalên me ji bo Encûmena Niştimanî ya Kurdî pêwistiyake girîng e.

Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurdistanê her wiha got, berdewam girtina 10 endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve, ji wan çalakvana medyayî Bêrîvan Îsmaîl û rojnamevanên din, bi hemû pîvanan karekî şermezarkirinê ye.

Wî bal kişand ser vê yekê ku “ev reftar binpêkirineke eşkere ye ji azadiya raderbirînê û mafên mirovan re û nîgeraniyê li ser aramiya herêmê zêde dike.”

Oso, daxwaza serbestberdana tavilê kir û tekez kir ku “berdewamiya van binpêkirinan aloziyê zêde dike û rewşa ewlekarî û siyasî li herêmê aloz dike”, û diyar kir ku “rêzgirtina ji azadiyên bingehîn û mafên takekesî bingeha aramî û aştiya sivîl e.”

Rêberê Gelê Kurd di berdewamiya axaftina xwe de got: “Pêwîste hemû aliyek hay ji encamên xirap ên ku ji ber guhnedana van prensîban derkevin, hebin.”

Oso di dawiya gotara xwe de got: “Axaftina li ser danûstandinên Kurdî ji aliyê serkirdeyên HSDê û PYDê ve ti wateya wan nîne, heya ku endamên meclîsê yên ku ji aliyê wan ve hatine girtin neyên berdan.”

Hêjayî gotinê ye ku çekdarên Partiya Yekîtiya Demokrat bi darê zorê bi dehan çalakvan, pisporên ragihandinê û endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd di nav wan de rojnamevan Bêrîvan Îsmaîl binçav dikin/ zîndan kirine.

Rêveberiya Yekîtiya Demokratîk û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nîvê meha Tîrmehê de bi navbeynkariya eşîran/ hozên Ereb bi sedan girtiyên rêxistina terorîst a DAIŞê azad kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button