Break newsRaportslide

Nûneratiya ENKS li Istanbolê bîranîna pakrewan Mişel Temo vejiyand

Yekîtî Media 12/10/2016

roja yekşema borî, li Stenbolê, Nivîsîngeha têkiliyên derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî û bi beşdariya partî û aliyên tevgera kurdî û bi beşdariya Şepêla Pêşerojê, bîranîna pêncemîn salvegera terorkirina Şehîd Miş’el Temo vejand, di destpêkê de gotara nûnerayetiya ENKSê li Stenbolê ji aliyê birêz Osman Milo hat pêşkêşkirin, û têde behsa salix û rewştên şehîd Miş’el û rola wî ya mezin di şoreşê de kir.

Paş re ji aliyê birêz Mehmûd ve, gotara Şepêla Pêşerojê hat pêşkêşkirin, têde bal kişand ser rola şehîdê nemir di nav milet de û nemaze di nav nifşê ciwanan de, ciwanên mîna xetîra her dem geş in, û ew in yên dikarin guhertinên cewherî di binyata civakê de peyda bikin.

Li aliyekê din, helebstek ji aliyê birêz Bavê Helepça hat pêşkêşkirin, têde li ser rola şehîd axivî  û got ku ew nehatiye li ser bigirî lê ew hatiye bo handana ciwanan.

Ji aliyê birêz Ahmed Qasim ve, gotara Partiya pêşverû ya kurdî li Sûriyê hat pêşkêşkirin, û têde behsa baredoxên terorkirina Mişel kir, û herwiha tekez kir ku vegera PYDê li nav yekrêziya kurdî û xizmetkirina her tiştekî girêdayî bi pirsa gelê kurd, tiştekî astem û mihal e.

Birêz Fûad Alîko, endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, di dawiyê de li ser şehîdê nemir axivî û got: cîbicîkerê wê terorkirinê kî be, rêjîma Sûriyê fermana terorkirina Mişel dabû.

Hêjayê gotinê ye ku Nûnerayetiya ENKSê li Herêma Kurdistanê, ew jî li Hewlêrê bi lidarxistina heman helkeftê li Otêla Kabîtol rabû, bi amadebûna serokê ENKSê “Îbrahîm Biro”.

Tê zanîn ku şehîdê nemir “Mişel Temo” di sala 2008an de ji aliyê dezgehên ewlekariya rêjîmê hat girtin, û sê salan hat zîndankirin bi tometa şikandina serweriya dewletê û lawazkirina hesta netewî, û di heyva cehzîrana 2011an de hat serbestberdan ji aliyê Rêjîmê ve, ew yek ji bo sivikirina germiya xwepêşandanan di navçeyên kurdan de bû, û di 7’ê çirya pêşîn de û li bajarê Qamişlo li ser destê hin çekdaran hat terorkirin.

Herweha beşdaran di gotinên xwe de teqîna ku li hola Senabil li bajarê Hesekê rûdabû şermezarkirin û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button