Break newsNûçeslide

Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê: du rojnamevan hîn li nik desthilata PYD binçavkirî ne

Yekîtî Media 12/10/2016

Sendîkeya rojnamevanên Kurdistana Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku, Desthilata dîfakto li Kurdistana Sûriyê hîn herdû rojnamevan Berzan Şêxmûs ji Amûdê û Alan Selîm Mihemed ji Qamişlo binçav dike ji 16 tebaxa borî û ta niha, ew herdû rojnamevan di malpera Yekîtî Media de kar dikin.

Sendîkeya rojnamevanan ew girtin bi karê ne yasayî wesif kir, û ji desthilata PYD xwest ku wan rojnamevanan serbest berde, û rêzê li perensîpên mafên mirovan bigre û rêzgirtina azadiya karê rojnamevanî bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button