NûçeslideUncategorized

Nexweşxaneya Niştimanî li Qamişlo tûşbûna mirovekî bi veyrûsa Korona red dike

Yekiti Media

Rêveberê nexweşxaneya Niştimanî li Qamişlo Imer Elakûb nûçeyên tûşbûna Mirovekî li nexweşxaniya wî bi veyûrs Korona redkir.

Ji aliyê xwe ve desteya tenduristiya rêveberiya partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD rêxistina Tenduristiya Navdewletî bi veşartina agahiyan li ser wî nexweşî tewanbar kir.

Desteyê li ser zarê serokê wê yê hevbeş diyar kir ku veşartina agahiyan li ser wî nexweşî jiyana 5 milyon kesê dixe metirsiyê de.

Tê zanîn ku rêxistina Tenduristiya Navdewletî ragihand bû ku welatiyekî temenî wî 52 sal li nexweşaneya Niştimanî li Qmişlo bi veyrûsa Korona jiyana xwe ji dest da.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button