Gotar

Mercên avakirina welatan

Ew kesên zana û siyasetmedar, ku welat û gel (Glopal) kirine pile, weku: Pila yekem, diwem û sêyem, di warên zanistî, çaksazî , yasayî û rêxistinî de, nêrîn, merc û pîvan danîne, ew pîvan û pile berçav û eşkerene, çinku nabin weke hev, welatekî zanayên wan ji berya pêncî salan, hilkişiyane jor beru asîmanan û gerdûnê çûne, û welatekî ku gelên wî hîna goştê mirovan dixun, herdû bi yek pile û pîvanê nayên berdan.
Sal û zemanên dirêj, ji temenê dîrokê, ezmûn û rûdanên navnetewî, mirov fêrkirin, ku zanibin cudahî di navbera rastî û şaşîtiyê de çiye, û wê çawa çareyan ji xwehrî û şaşîtiyan re bibînin, û çareser bikin, êş û birînên xwe dermanbikin, biserketin û têkçûnên xwe ji hev cuda bikin, rastî û şaşîtiyên xwe deynin ber xwe, ser masê, û li ser rawestin, gengeşe bikin, quncir û xurêl, ji nav berhemên xwe avêtin, sedem û hoyên xerabiyê û paşvemayînê dane alî, tov û tuxmên paqij û serkevtê û bi berhem, li ber xwe danîn û bi kar anîn, weha roj bi roj, dem li pey demê, çare ji pirsgirêkên xwe re dîtin, û gav li pey gavê pêşveçûn, û bi serketin.
Destpêkê emê hin sedem, û astengiyên ku dibine rêgir, rêbend û kelem, di rê ya gelên paşmayî de, bînin ber çavan:
1-Ez ezî: Her kesê ku xwe dît xudan hêz û nîşan, yan xudan mal û saman, cih û rê nedan tu kesî, çi bira û pismaman, ku cihê wî bigrin, ta mirinê, weke ku me dît, serok û şahên hin welatan û hozan.
2-Malbatî: Weku mînak ku erebên misilman, dibînin, kesê bibe serok û li ser textê pêxember rûne, dive ji malbata pêxember be(Qureyş). Weha bi sedên şer û cengan rûdidin ta weku îro.
3-Hozîtî: Her hozeke ku hoyên dîrokê derfet dayê, ku serokatiya hoza xwe bi dest xwe ve bîne, ma jêre, û nade tu kesî, heger tu kes ji hoza wî nemîne.
4-Netewperistî: Gotinek ji Qurana ereban de heye, li ser zarê xweda, ku dibêje: Win ji her kesî çêtir û paktirin, lewra ne ereb bi tenê, hemî gelên paşmayî, xwe dibînin xudanê xûna şîn, ango ji hemî miletên dinyayê çêtirin, û paktirin, lewra text û kursî , şayistî xwe tenê dibînin, û gelên din dibînin lawaz û kole.
5-Herêmî: Ev pirsgirêka herêmî jî, astengiyan pêktîne, lewra xelkên her herêmekê, di şer û astengiyan de, pişta hev digrin, weku mînak: Dema Ferensa desthilat bû li welatê Sûrî, girgirekên kurdan civandin, û ji wan re gotin: Emê dewletelke kurdî ji we re ava bikin, bi serokatiya Celadet Bedirxan, serokê êla Berazan, şahîn beg got: Cihê Celadet Bedirxan, Cizîra Bota ye, li wir dewletekê jêre ava bike, ne li vir.
6-Ol: Di dewr û zemanan de, milet û gelan, bi hezarên ceng û şeran, li hmber hev pêkanîne, û bi milyonan xortên xwe gorî dane, çinku her xudanê olekê, didît ewin buhiştî, hezkiryên xweda, û yên din gawirin, ev ho û sedem ta weku vê rojê berdewam e.
7-Rê ol: Cihê mixabiniyê ye, ku dema em dibînin, miletek hevparin di yek xweda yî de, yek pirtûkê de, yek olê de, yek pêxemberî de, yek xak û welatî de, di van hemî bawermendiyan de hevpar û hevpişkin, lê rê olên wan cudane, weku mînak: Sine, şî e, Elewî, Durzî û h d, ev hemî ola wan misilmantiye, lê rêolên wan cudane, di dirêjahiya dîrokê de, bi milyonan ji hev kuştine, ta weku vê rojê, weha jî ev nexweşî di nav gelê kurd de jî heye.
Ev hemî sedem, ho, û hin din jî, astengî û rêbendan, di pêşiya azadî û rizgarkirina hişmendiya mirovan de, di rawestin, sed mixabin, ku gelên paşmayî, li hawîrdorên xwe na nerin, berjewendiên gelê xwe, welatê xwe, di ser berjewendiyên xwe yên kesayetî re nagirin, û her û her di gola qîrê û teqanê de, pêkolê dikin, û dimînin kole û berdevkên dijminan.
Adilê Evdile

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button