Lihevhatina Tirk û Îrak îya Metirsiye ji bo Kurdistana Başûr!
Çembera der û dora Kurdan tengtir dibe û xewn û xeyalên Kurdistanek yekbûyî her ku diçe vedimirin. Şert û mercên ku Kurd tê de ne û nakokî û berjewendîyên wan ên partîtîyê di pêşîya yekîtîya Kurd û Kurdistanê de bûne strî û kelem û Kurd ji hev dûr xistine, dûr dixin. Ev yek bandorek mezin li parçebûna Kurd û Kurdistanê dike û di tengkirina çemberê de rolek sereke dilîze. Artêşa Tirkiyê ji 2011ê û heta îro 8 hezar 835 kîlometre çargoşe ketiye nav xaka Rojavayê Kurdistanê û bajarên wek Efrîn, El Bab, Ezez, Cerablûs, Cindirês, Raco, Tel Abyad û Serê Kaniyê xistine bin desthilatdarîya xwe. Bi vê yekê dîwarek mezin û qewîn di navbera Kurdên Bakur û Rojava de lêkiriye û parçebûn û dûrketina wan gihaye astek bilind. Artêşa Tirkiyê di dema Saddam Hisên û hikûmeta Iraqê, di 2003an de ket Başûrê Kurdistanê û bi mahneya hebûna PKK peyderpey mewzîyên xwe li başûr çêkirin û gav bi gav ket başûr. Li gor daxuyanîyên rayedarên Iraqê, artêşa Tirkiyê 18-20 kîlometre ketiye nav xaka Iraqê (Başûrê Kurdistanê) û gelek mewzî di destên wan de ne. Helbet ev “lolo” ye, wê çi keramet ji “lêlê” derkevin di pêşerojê de emê bibînin. Ev demek e heyetên dewleta Tirkiyê li ser hev serdana Iraqê û Başûrê Kurdistanê dikin û bi rayedarên herdu alîyan re hevdîtinan dikin. Projeya avê, projeya Pêrabûna Rê ya ji Basrayê heta Ewropayê û projeyên leşkirî di rojeva hersê (Tirkîye, Iraq û Başûrê Kurdistanê) alîyan de ye. Tunekirin û cîhlêtengkirina PKK helbet projeyek bi serê xwe ye. Lê ji hemûyan girîngtir, tengkirin û piçûkkirina sînorên Başûrê Kurdistanê û têkbirina destkeftîyên başûr xalek girîng e. Di 11.03.2024an de Wezîrê Paraztina Tirkîyê Yaşar Guler ragihand ku xebatên ji bo avakirina xeta ewlekarîya li ser sînorê Iraqê, (li hinek cîhan bi kûrahiya 30 heta 40 kîlometreyî,) ji bo pûçkirin û kêmkirina êrişên PKK (wek li Sûriyê) berdewam in û heya havînê wê amade bibe. Û piştî vê daxuyanîyê îro (12.03.2024) heyeta Tirkîyê ji bo pêkanîna van projeyan dîsa serdana Bexdayê kir. 30-40 kîlometre ketina nav xaka Başûrê Kurdistanê ne hindik e. Ev tê wateya tengkirin û piçûkkirina xaka Başûrê Kurdistanê. Û hetta pêkanîna maddeya 140 û deverên ku Kurdistanî ne lê li derveyî Kurdistanê mane jî dikevin ber vê xeterê. Heger ev herêmên li derveyî Kurdistanê ji destê Kurdan derkevin, tenê çend bajarên wek Zaxo, Duhok, Hewlêr û Silêmanî dimînin û çember li Kurdan teng dibe. Tengbûna çemberê tê wateya jar û lawazbûna Kurdan û Kurd wê heta hetayê nikaribin ji bin zext, gef û bandora Hikûmeta Bexdayê û Îranê derkevin. Yanî Kurd bixwazin nexwazin wê biryarên Bexdayê qebûl bikin û serê xwe li ber şûrê wan bitewînin. Bi kurt û Kurmancî; Kurdên Başûr di derbarê dek û dolabên ku li serê wan tên gerandin an gerandina wan tê xwestin, çembera ku bi agir li dora wan tê xêzkirin, çi difikirin nizanim. Lê ez dizanim ku ji pêşeroja wan re ne xêr e. Û xuyaye ji ber ku biryar û kiryarên siyaseta derve ne di destê federasyona wan de lê di destê Bexdayê de ye, wê his û deng ji wan dernekeve. Û bixwazin jî bi vî halê xwe, bi vê dijberî û berberîya navxweyî û berjewendîyên partîtîyê wê nikaribin xwedî li destkeftîyên xwe xwedî derkevin.
Nûrî Çelîk