Break newsNûçeslide
Li Hesekê şer û pevçûn di navbera asayişên PYDê û hêzên Rêjîma Sûrî hîn berdewam in
Yekîtî Media 4/7/2016
Di encama şer û pevçûnên di navbera asayişan û hêza cewherî yên bi ser partiya yekîtiya demoqrat PYDê ve , û hêzên berevaniya niştimanî yên bi ser Rêjîmê ve li bajarê Hesekê jinekê ji taxa Ezîziyê jiyana xwe ji dest da û hejmarek kesên sivîl birîndar bûn.
Şer û pevçûn di navbera herdû aliyan de destpêkir dema ku hêzên Rêjîmê bi topek hawin girûpeke hêzên cewherî armanc kirin û di encama wê êrîşê de 15 endamên hêza cewherî birîndar ketin.
Di wî şerî de hemû cûreyên çekan hatin bikaranîn û ta vê gavê ew şer li navenda bajêr û taxa Neşwa rojhilat berdewam e.