Break newsNûçeslide

li Hesekê PYD rê nade şagirtên asta seretayî ku bawernameyên xwe wergirin

Yekîtî Media 13/8/2016

Partiya yekîtiya demoqrat PYD rê nade şagirtên asta seretayî li bajarê Hesekê ku bawernameyên xwe yên vê salê  bistînin .

nûçegihnê Yekîtî Media li Hesekê ragihand ku  PYD rê neda wan şagirtên ku xwendina xwe ya  rêbaza  rêjîmê li dibistana Omer bin Ebdilezîz  dikirin  ji bo ku bawernameyên xwe wergirin.

Partiya yekîtiya dîmoqrat PYD  di sala bûrî de rêbaza pirtûkên taybet bi zimanê kurdî li deverên di bin kontrola xwe de li ser dibistanan sepand,  lê Rêvebiriya perwerdeya Hesekê dibistanên li deverên di bin kontrola PYD de girtin û danpêdan bi rêbaza pirtûkên wan nekir.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button