Break newsNûçeslide
Li Hesekê asayişa PYD hejmarek ji karmendên Ereb binçavkirin û Bervaniya Niştimanî bi girtina ciwanên Kurd redkir
Yekîtî Media 11/8/2016
Milîsa berevaniya niştimanî ya bi ser rêjîma Sûrî ve ciwanên Kurd eşkince û binçav dikin weke red li ser binçavkirina hêzên partiya yekîtiya dîmoqrat PYD ji karmendên Ereb re.
Karmendekî nexwest ku navê xwe diyar bike ji malpera Yekîtî Media re tekez kir ku asayişên PYD hejmarek karmendên Ereb dema ku ew li ser karên xwe bûn li dezgeha Saylo ya Hesekê û rêveberiya Reyê ew binçavkirin.
Rewşa ewlehî li Hesekê ne aram e, di dema ku girtina welatiyan ji hêla çekdarên PYD û milîsa berevaniya niştimanî berdewam e, lewre metirsiyek mezin li nik welatiyan û bazirganên bazara Hesekê çêbûye.