Break newsNûçeslide
Li Efrînê Serokê Desteya Parastina PYD dest ji kar vekişand
Yekîtî Media 6/6/2017
Encûmena Zagonsaz ya girêdayî PYD li bajarê Efrînê ragihand, ku wan daxwaza destjikarkişandina Serokê Desteya Parastinê Ebdo Îbrahîm qebûl kiriye.
Hat ragihandin ku, Ebdo Îbrahîm ji berî 3 hefteyan ve daxwaza vekişandina ji kar pêşkêş kiribû.
Hîna Rêveberiya PYD a Efrînê, ti kes li cihê Ebdo Îbrahîm destnîşan nekirin.
Ebdu Îbrahîm ji sala 2014 ve Serokê Desteya Parastinê ya PYDê ye li bajarê Efrînê bû, û ta niha sedemên destjêkişandina wî ji kar ne diyar in.