Break newsNûçeslide
Li Efrînê di encama teqînekê de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan
Yekîtî Media
Li gundewarê bajarê Efrînê û di encama teqîna mayinekê, îro şemê, sê welatiyan jiyana xwe ji dest dan.
Jêderekî xwecihî ji Efrînê ji Yekîtî Media re ragihand ku di encama teqîna wê mayinê de , her kesî ji jina bi navê Laman Xalo û herdû zarokên wê Ebdilqadir û Cumma Seyid jiyana xwe ji dest dan, dema ku çinîna zeytûnan li gundê Cilme yê girêdayî nahiya Cindêrsê dikirin.