Break newsNûçeslide
Kurdên Amerîkayê piştgiriya referendûma serxwebûna Kurdistanê dikin
Yekîtî Media 20/8/2017
Li bajarê San Diego girêdayî California ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) xwepêşandanek mezin ji bo piştgiriya referendûma serxwebûna Kurdistanê hate lidarxistin.
Di xwepêşandanê de endamê Meclisa Komeleya Kurdî li San Diego Erdelanî Behrûzî axaftinek kir û diyarkir: “referendum encama têkoşîna sedsalan a gelê Kurd e û serxwebûn mafê xwezayî yê Kurdistanê ye, heta dawî em piştgirê vê proseyê ne”.