
Break newsNûçeslide
Ji bo girtina serkirde û endamên partiya Yekîtî 7 rêxistinên mafên mirovan daxuyaniyek belavkirin
Yekîtî Media 1/6/2016
Ji bo girtina serkirde û endamên partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê 7 rêxistinên mirovî daxuyaniyek hevbeş belavkirin ,di wê daxuyaniyê de girtina (Enwer Naso – Ebdilîlah Ûcê – Mihsin Xelef – Ridwan Hemo) û kiryarên PYDşermezar kirin.
wan rêxistinan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku asayişên PYD berpirsin di ber çarenivîsa wan siyasetmedaran, herweha dozê dikin ku di zûtirîn dem de û bêyî tu merc serbest werin berdan.