Break newsNûçeslide
HSDê : Operasyona li rojhilatê çemê Ferêt berdewam e
Yekîtî Media
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tekeziyê li ser berdewamiya operasyona Bagera Cizîrê li rojhilata çemê Ferêt bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî dike û rola Rûsyayê ji bo operasyonê bilind dinirxîne.
Herwiha HSDê rola Rûsyayê û artêşa wê ji bo armanckirina pêgehên DAIŞê li rojavayê çemê Ferêt jî bilind nirxand, ku bû sedema jinavçûna bilez a DAIŞê.
HSDê roja 9ê Îlona bûrî û bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî dest bi operasyona Bagera Cizîrê li rojhilatê çemê Ferêt kiribû.