Break newsNûçeslide
Hicab: dem ne guncaw e bo axaftina li ser pêvajoya siyasî li Sûriyê
Yekîtî Media 30/4/2016
Riyad Hicab Hevrêzkarê giştî yê desteya bilind ya danûstendinan di Rikberiya Sûrî de dibêje , ku nabe tu danûstendin ji bo pêşeroja Sûriyê çê bibin, di dema ku binpêkirinên rêkeftina agirbestê li Sûriyê berdewam in.
Hicab di pêwendiyeke telîfonî de, li gel wezîrê derve yê Amerîka Con Kêrî dibêje, ku nabe pêvajoya siyasî ji bo Sûriyê were behs kirin di dema berdewamiya binpêkirinên mafên mirovan û komkujiyan li Sûriyê.