Break newsNûçeslide
Hevpeymana Erebî û Turkmanî li Sûriyê destûra ENKS redkir
Yekîtî Media 2/8/2016
Hevpeymana Erebî û Turkmanî li Sûriyê destûra rojavayê Kurdistanê ya ku ji hêla Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS hatiye pêşniyar kirin red dikin.
Di daxuyaniyekê de li bajarê Orfa hate belavkirin ku têde diyar dibe hevpeymana Erebî û Turkimanî wê destûrê ji aliyê xwe ve danpêdanê pê nakin .
Herwiha di daxuyaniyê de eşker kirin ku Sûriyê perçeyeke cuxrafî yekbûyî ye û destûra ku were danîn divê ji hêla nûnerên hemû pêkhatên Sûrî be piştî ku Beşar Elesed ji desthilatî dûr bikeve .