
Break newsRaportslide
Hesekê: Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya semînarek li ser Zimanê Dayikê lidarxist
Yekîtî Media 23/2/2017
Bi boneya roja cîhanî ya zimanê dayikê di 21ê sibatê de, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya – Şaxê Hesekê semînarek , li navenda Ehmedê Xanî ya Çanda Kurdî ( nivîsgeha partiya Yekîtî ya Kurd ) li bajarê Hesekê, lidarxist bi sernavê :
”Ziman hêmanê hebûna netewê ye” , ya nivîskar Salar Salih endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya.
Di semînarê de mamoste Salar Salih vekolînek li ser ABC ya kurdî pêşkêşkir û çawaniya sazkirina zimanekî stander ku bibe zimanê kurdî yê fermî.