Break newsNûçeslide

Di encama rûdaneke trafîkê de serkirdeyekî partiya Yekîtî jiyana xwe jidestda

Yekîtî Media 23/2/2017

Endamê komîta herêmî ya rêxistina Dêrikê ya partiya Yekîtî ya Kurd ” Subxet Mihyeddîn Celal ” di encama rûdaneke trafîkê de jiyana xwe jidestda, êvara îro çarşemê 22ê sibatê.

Ligor hin jêderan ji Yekîtî Media re tekez kirin ku ew rûdan li nêzîkî gundê Sefih rûda , dema ku Subxet ji dikana xwe vedgeriya mala xwe li gundê Teqil Beqil, herweha turimpêla ku li motorê Subxet da ranewestiya û reviya.

Subxet Mihyeddîn Celal li gundê Teqil Beqil sala 1980 jidayikbûye, ew xêzandar e, û bavê 2 zarokan e, asyişa PYD roja 9/1/2017 ew binçavkiribû û roja 28/1/2017 ew serbest berda.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button