Break newsNûçeslide
Girkê Legê: Kesin nenas destdirêjî li ser gora Pêşmerge Besam Mihemed Xelef kirin
Yekîtî Media 25/8/2016
Şeva borî kesin nenas destdirêjî li ser gora şehîdê pêşmerge Besam Mihemd Xelef li gundê girzyaretê çolê yê bi ser bajarokê girkê legê ve kirin û alaya kurdistanê ya li ser wê gorê reşkirin.
Bavê pêşmerge Besam jî dibêje ew kiryar nakevin xizmeta kurdan de, û eger ew sed alên kurdistanê reşbikin, ewê dûsed alên din bîne.