Gotar
Gava dijmin dibê dost
Şekrê çarçê şêrîne
Zimên li dev d,gerîne
Belê şekrê zarê te
Live ji dev distine
•
Çav wekî guh miç dike
Destan ji çek dixîne
Dil wekî can geşdike
Taliyê di lorîne
•
Prda tenik digrê ser
Lê dikî baweşîne
Çawa dijmin nabe dost
Ew talî wa şêrîne .
———————–
Dil tenikim
çavê Yaram hingive
Dinanik de di live
Bêrîkirnê Ez pêçam
serma dûrketna heram
* *
Piştî bêrîkirna kûr
ziq li min di meyîne
demûşa hingivê Xwe
ser min de di weşîne
* *
Dilê Min jî tenike
şêranî wî dêşînî
Laziqiyyê 1999 z
Abdulla geddo