Break newsNûçeslide
Festîvala Piştgiriya Referendûma Kurdistanê li Kopenhagen lidarket
Yekîtî Media 3/9/2017
Li paytexta Danîmarkayê Kopenhagenê bi beşdariya ji hezaran zêdetir hemwelatiyên Kurdistanê û herweha hemwelatiyên Danîmarkî festîvalek piştgiriya referendûma serxwebûna Kurdistanê birêve diçe.
Festîvala ku bi aheng û axaftinê piştevanî jibo referendûmê derbas dibe saetên paşî nîvroyê destpêkir û heta saetên şevê dê berdewam bike.
Festival ji alî Komîteya Piştgiriya ya Referendûma Serxwebûna Kurdistanê, ku ji alî Partiyên siyasî yên her çar perçeyên Kurdistanê û Federasyona Kurd ve hatî damezrandin ve birêve diçe.