Break newsNûçeslide

ENKSê li gel wezareta derve ya Siûdiyê civiya

Yekîtî Media

Îro yekşemê, şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS, ku ji serokê Encûmenê Ibrahîm Biro, serokê nivîsgeha pêwendiyên derve Kamîran Haco û endamê desteya siyasî ya Îtîlafa opozisyona Sûriyê Hewas Seidûn pêk tê, li Riyada paytexta Siûdiyê, li avahiya wezareta derve ya wî welatî, li gel berpirsên Siûdiyê civiya.

di civînê de, wezîrê bi wekalet Seîd Osman Siwê`id, berpirsê dosya Sûriyê di wezaretê de Ehmed El-Şêx û hejmarek ji berpirsên din yên Siûdî amade bûn, û têde pirsa Sûriyê bigiştî û ya Kurdî bi taybetî hat behskirin.

Herweha behsa kongirê Riyad 2 hat kirin û li ser vê yekê aliyê Siûdî tekezî li ser giringiya ENKSê û rola wê ya niştimanî û herêmî kir, diyar kir ku pêwîste ENKS di wî kongirî de beşdar be.

şanda ENKS jî tekezî li ser rola giring ya Siûdiyê di pirsa Sûriyê de û li navçeyê bi temamî kir, û balkişand ser pêwîstiya bihêzkirina pêwendiyan di navbera herdu aliyan de û li ser vê yekê herdu aliyan li hev kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button