Break newsNûçeslide
ENKSê cemawerên xwe vedixwîne bo mangirtinekê li dijî kiryarên PYD yên terorane
Yekîtî Media 3/5/2017
Emîndariya giştî ya ENKSê, doh sêşemê, daxuyaniyek belavkir çapek jê gihişt malpera Yekîtî Media, têde ENKSê cemawerê xwe vexwend ji bo derketina mangirtinekê li dijî kiryarên PYD yên terorane, roja yekşemê 7ê gulanê li pêşiya baregeha ENKSê li Qamişlo û biryara vekirina baregeha xwe da.
Di daxuyaniyê de ENKSê bi tundî şermezarkir, girtina herdû nivîsgehên xwe li Qamişlo û Çilaxa , û revandina 3 endamên xwecihiya Çilaxa, ENKSê ev kiryarên PYD bi kiryarên terorane wesifkir.