Break newsNûçeslide
Enes Elebde: Rêjîma Sûrî girtiyên di zindanê xwe de bi mercê tevlêbûna artêşa Rêjîmê serbest berdide
Yekîtî Media 12/6/2016
Enes Elebde serokê hevbendiya niştimanî ya rikberiya Sûrî ragihand, ku rêjîma Sûrî girtiyên di zindanê xwe de serbest berdide bi mercê tevlêbûna wan bo artêşa rêjîmê.
Elebde dibêje li gor raporên pêşî ku ji 100 ta 150 kesên binçavkirî piştî ku serbest hatin berdan ew tevlî şer û pevçûnên li dijî Daiş li Helebê û Qamişlo bûne.
Stîvan Dîmistora şanderê navdewletî ji bo Sûriyê berî demekê ragihandbû ku Rûsiya û Sûriyê li ser serbest berdana hejmarek mezin ji kesên binçav kirî tekez kirin .