NûçeslideUncategorized
Di teqînekê de li Minbic 4 leşkerên Emerîkî hatin kuştin
Yekiti Media
Di encama teqîneke xekuj de li xwaringehekê li bajarê Minbic 16 kes hatin kuştin ji wan 4 leşkerên Emerîkî bûn.
Li gor agahiyên Yekîtî Mîdiya bi destxist kujerekî danê nîvro ji roja Çarşemê xwe li xwaringihekê li bajarê Minbic teqand û di encamê de 16 kes hatin kuştin û hijmarek birîndar ketin.
Derbarê vê teqînê rêxistina Dewleta Islamî DAIŞ daxuyaniyek belav kir û têde ew teqîn li xwe girit.
Di heman mijarê de serokê Emerîka civatek li gel berpirsên wezareta bervaniyê li darxist û biryar da ku şer li dijî terorê berdewam bike ta dawiyê li DAIŞ bîne.