Break newsNûçeslide
Di encama teqînekê de li Ezazê 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
Yekîtî Media 5/3/2017
Li bajarê Ezazê, 7 kes di encama teqîneke xwekuj de hatin kuştin.
Li gor ajansên opozisyona Suriyê, îro di encama teqîneke xwekuj de li baregehê Cebhe El-Şamiye li bajarê Ezazê yê ku li bakurê Helebê dikeve, 7 kes hatin kuştin, ku 3 ji wan çekdarên opozisyonê ne.
Herwiha 11 kesên din jî brîndar bûn, ku piraniya wan sivîl in.