
Break newsNûçeslide
Di encama pevçûnên Hesekê 2 welatiyan jiyana xwe jidest da
Yekîtî Media 18/5/2016
Di demjimêrên sibeha îro carşemê de şer û pevçûn li bajarê Hesekê li ber dibistana Almiwehedê di navbera hêzên asayişa partiya Yekîtiya Dîmoqrat PYD û hêzên bi ser Rêjîmê ve rûda.
di wan şer û pevçûnan de çekên giran hatin bikaranîn, û di encamê de du welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dan (Mihemed Umer Hisên 28 sal, Mihemed Heneş 13 sal), û çarên din jî birîndar bûn, ligel hinek ziyanên aborî .