Break newsNûçeslide
Di encama bombebarankirina Efrînê de 6 kesên sivîl birîndarbûn
Yekîtî Media 30/8/2017
Di encama ketina 4 avêjtokên hawinê li ser bajarê Efrînê li Kurdistana Sûriyê, roja sêşemê, 6 kesên sivîl birîndarbûn.
Jêderekî navxweyî ji bajarê Efrînê ji Yekîtî Media re ragihand ku her çar avêjtok ji aliyê xalên opozisyona çekdar ve hatin avêjitin.
Di encamê de 6 kesên sivîl birîndarbûne, û herweha ziyanên aborî jî di encamê de çêbûne.