Break newsNûçeslide
Di encama 2 teqînan li kampa El-Rikban li ser sînorê Urdinê 10 kes hatin kuştin
Yekîtî Media 16/5/2017
10 kes di encama 2 teqînan de li kampa El-Rikban ya penaberên Sûriyê li ser sînorê Urdin û Sûriyê hatin kuştin
Li gor hin jêderên ser bi opozîsyona Sûriyê ve, şeva borî di encama teqîna du otombêlên bombebarkirî de li kampa El-Rikban ya penaberên Sûriyê li ser sînorê di navbera Urdin û Sûriyê de 6 kesên sivîl hatine kuştin û hijmarek jî birîndar bûne.
Li gor heman jêderê, teqîna yekem li nêzîkî xwaringeha kampê hatiye kirin, ya duyem jî li bazarê li heman kampê hatiye kirin.
Kampa El-Rikban nêzîkî 100 hezar penaberên Sûrî lixwe digire, berî niha gelek caran teqîn tê de hatine kirin.
Çekdarên DAIŞê berpirsyaretiya xwe derbarî wan teqînan de ragihand.