
Break newsNûçeslide
Di daxuyaniyekê de Partiya Pêşverû kiryarên Ciwanên Şoreşger şermezarkir
Yekîtî Media 9/3/2017
Partiya Demokrat a Pêşverû a Kurd li Sûriyê (Pêşverû) di daxuyaniyekê de ragihand, grûpekê ji rêxistina “Ciwanên Şoreşger” êrîşî baregeha wê li bajarokê Dirbêsiyê kirin û piştre jî bi kêran êrîşî 2 kesan kirin.
Polîtbîroya PDPKSê di daxuyaniyekê de ragihand, doh dema wê partiyê ahenga roja 8 Adarê lidar dixist, grûpekê ji Ciwanên Şoreşger êrîşî baregeha wan kirin.
PDPKSê da zanîn, wê grûpê êrîşî mala Dr. Xalid Deham kirin û bi kêran li wî û mêvanê wî Xalid Zêbur dan.
PDPKSê ev kiriyarên ne berpirsyar şermezar kir û ragihand, armanca wan êrîşan qedexekirina karê partiyan û çalakiyên wan e.
Herwiha PDPKSê amaje bi kiriyarên êrîşên li ser baregehên partiyan û şewitandina wan kir, ku ew ne ji rewiştên civaka Kurdî ne.