Break newsNûçeslide
Di daxuyaniyekê de: ENKSê girûpên PYDê bi xerakirin û diziya nivîsgeha PDK-Sê li Amûdê tawanbarkir
Yekîtî Media 12/6/2016
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ji bo bûyerên nivîsgeha partiya Dîmoqratî Kurdistan-Sûriya û girtina siyasetmedaran daxuyaniyek belavkir, di wê daxuyaniyê de ENKSê girûpên PYDê bi xerakirin û diziya nivîsgeha PDK-Sê li Amûdê tewanbarkir.
herwiha ENKS di şewat û diziya nivîsgehên partiyên Encûmenê û girtina siyasetmedaran PYD berpirsiyar dibîne , Encûmena Niştimanî di wê daxuyaniyê de dozê li rêxistinên mirovî dike ku fişaran li PYDê bikin da ku kiryarên xwe yên şovînî li ser miletê kurd rawestîne.