Break newsNûçeslide
DAIŞ du leşkerên Tirk li nêzîkî Babê dîl girtin
Yekîtî Media 30/11/2016
Artêşa Tirkiyê girtina 2 leşkerên xwe nêzîkî bajarê Babê yê Sûriyê ji aliyê DAIŞê ve piştrast kir.
Derbarê vê yekê Artêşa Tirkiyê berî niha ragehandibû ku, têkiliyên wê bi du leşkerên wê re li nêzîkî bajarokê Babê qûtbûne.
Li gor ajansa Amaq ya ser bi DAIŞê ve tekez kir ku, 2 leşkerên Tirkiyê li gundekî bajarê Babê yê Sûriyê ketine destên wan.Artêşa Tirkiyê jî ew yek piştrast kir.