
Break newsNûçeslide
Çekdarên PYD êrîşî gundê Bane Şikeftê kirin, girtî û birîndar hene
Yekîtî Media 10/9/2016
Îro şemê demjimêr 3ê sibehê, çekdarên ser bi partiya yekîtiya demokrat PYDê êrîşî gundê Bane Şikeftê li gundewarê Dêrikê kirin, û ji hemû aliyan gund dorpêçkirin û hejmarek ji ciwanên gund binçavkirin û çend kes birîndar ketin, herweha çekên nêçîrê yên gundiyan serdest kirin.
Kesên ku hatin binçavkirin : Imran Mihemed Yûsif, Yasir Mihemed Xincer, Yûsif Elaedîn Mehmûd, Cemal Mehmûd, Hebeş Yûsif Hebeş, Cewad Hesen Ismaîl, Ehmed Silêman Xencer.
Herweha çend kes birîndar bûn: Hesen Qadir Ibrahîm, Hesen Remedan, Yûsif Nezîr, û hatin veguhestin ji bo nexweşxaneya Dêrikê.
Nişteciyên gundê Bane Şikeftê ji êla Xêrika ne, nêzîkî gundê Şerkî li ser sînorê herêma Kurdistanê dikeve.