Break newsRaportslide

Bijîşkên Qamişlo bi mangirtinekê li dijî Asayişa PYDê derketin

Yekîtî Media 8/10/2016

Doh înê li bajarê Qamişlo, bêtir ji 40 bijîşkî li pêşiya navenda asayişa partiya yekîtiya demokrat PYD li taxa Qidûr Bek bi mangirtinekê derketin, ji bo doza azadkirina 3 bijîşkan ku ji rex asayişa PYDê hatibûn binçavkirin.

Dr (A-M) ji Yekîtî Media re ragihand, ku her sê bijîşk ( Yihya Sadûn, Zuhrab Orhan, Mesûd Şêxmûs) êvara roja pêncşemê 6 meah 10an, li bajarê Qamişlo ji rex asayişa PYDê hatin binçavkirin, bi tawana sextekirina belgeyên tenduristî û wergirtina pereyan bi awayekî ne yasayî, ku ev tomet dûrî rastiyê ne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button