Break newsNûçeslide
Barzanî : Gelê Kurdistanê dixwaze bi riya aştiyê û dûr ji tundûtûjiyê bigihê mafê xwe
Yekîtî Media 8/8/2017
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçova pêşwazîkirina li Balyozê Brîtanya li Iraqê Francis Baker û şanda pê re ragihand, gelê Kurdistanê dixwaze bi riya aştiyê û dûr ji tundûtûjiyê bigihê mafê xwe.
Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê di qonaxa piştî DAIŞê de û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê hate kirin. Herwiha ronahî jî hate xistin li ser pêşeroja pêwendiyên herêm û Bexdayê bo biryara gelê Kurdistanê ya birêvebirina referandûmê di 25ê Îlona îsal de.
Di hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku, gelê Kurdistanê dixwaze bi riya aştiyê û dûr ji tundûtûjiyê bigihê mafê xwe û baştirîn pêwendiyên wê ligel Bexda û welatên cîran hebin.