Break newsNûçeslide
Asayişa PYD êrîşî nivîsgeha partiya Yekîtî li Amûdê kir û 4 kes binçavkirin
Yekîtî Media 16/11/2016
Îro , asayişa partiya Yekîtiya Demokrat PYD êrîşî nivîsgeha partiya Yekîtî ya Kurd û bargeha radyoya Amûdê FM li bajarê Amûdê kir û 4 kes binçavkirin.
Nûçegihanê Yekîtî Media li Amûdê ragihand ku , asayişê Ava Xano û Noşîn Ehmed karmendên Amûdê FM, û Sîpan Hac Qasim û Pêşeng Xanî endamê partiya Yekîtî binçavkirin.
Herweha asayişa PYD nivîsgeha Yekîtî dorpêçkirin, û dest danîn ser alavên radyoya Amûdê.